Koalîsyon û HSDyê li Hesekê bi guleyên rastîn tetbîqateke hevbes pêk anîn
PeyamaKurd – Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şeva borî li bakurê Hesekê tetbîqateke leşkerî ya hevbeş li dar xist.
Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku ev manovra li baregeha Qesrikê pêk hatiye û tê de guleyên rastîn hatine bikaranîn. Armanca vê çalakiyê wekî "perwerdehiya rûtîn û bihêzkirina hemahengiya navbera her du aliyan" hat diyarkirin.
Niştecihên herêmê dan zanîn ku dengê teqînan heta derengiya şevê hatiye bihîstin û balafirên şer li asîmanê herêmê nizim firiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin