Hesekê | Di encama guleyên pîrozbahiyên sersalê de jinek birîndar bû
PeyamaKurd – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama guleyên pîrozbahiyên sersalê de, jinek birîndar bû.
Li taxa Xişman a Hesekê, do ji ber avêtina guleyên bêserûber di pîrozbahiyên sersalê de, jina bi navê Werde Enter birîndar bû.
Hêzên Asayîşê beriya çend rojan biryarek da û şênî têkildarî avêtina guleyan di pîrozbahiyên sersalê de hişyar kir.
Lê tevî vê yekê jî hin kes pabendî biryarê nebûn û jiyana welatiyan xistin xeteriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin