Li Qersê ji ber guherîna demsalê û bilindbûna pileyên germê lehî rabû

07 April 2022 11:06 0 dîtin
Li Qersê ji ber guherîna demsalê û bilindbûna pileyên germê lehî rabû

PeyamaKurd   Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, lehî rabû û ji ber lehiyê hemû geştên şemendefer li bajarokê Qamûşan û rêya serekî ya Qaqizman-Selîm û Selîm-Îstasyon hatin rawestandin.

Li gor zanyariyan, li parêzgeha Qersê îsal ji ber guherîna demsalê û bilindbûna pileyên germê, berf heliya ye û ji ber vê yekê lehî rabû.

Zanyarî diyar dikin, li ser rêya sereke ya Qaqizman-Selîm û Selîm-Îstasyonê, ji roja Çarşemê ve heta sibeha îro Pêncşemê 7ê Nîsana 2022ê, çûn û hatin asayî nebûye û li bajarokê Qamûşanê jî geştên şemendefer û barhilgiran di navbera Erzerom-Qersê de ji ber lehiya nêzîkê gundê Çaltak rawestiya ne û heta niha destpê nekirine.

Herwiha hat destnîşankirin, hewldanên ji bo vekirina rêyan ji aliyê tîmên Şaredariya Parêzgeha Qersê ve berdewam in.