Di encama wergêra otobusekî li bajarê Qersê, 23 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Qersê otobusa ku li ser rêya Qers-Erzeromê diçû, ji ber rê ji berfê şematek bû, li nêzî navça Selîmê, ji desthilata ajotvan derket û qelibî kenarê rê.
Ji ber 23 kes birîndar bûn, gelek tîmên tenduristiyê, tîmên rizgarkirin û lêgerînê, îtfaiye, cendirme û polîs çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya bi navê Kars Harakani û nexweşxana zankoya Kafkas ya lêkolînê û perwerdê ya bajarê Qersê.
Parêzgerê bajarê Qersê Ziya Polat seredana birîndaran kir û got:
“30 rêwî di otobusêde hebûn. Ji Xwedê re şukir mirî tinene. Her 23 sewqê nexweşxanan kirin. Li gor agahiyên me yen dawiyê; rewşa 15 kesan zer û 8 heb jî kodên wan kesk hene. Xwedê şîfayê bide wan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin