Bi barîna berfê re li bajarên Qersê û Agiriyê TIR di rê de man
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li herêma Serhedê bi sedema bahoza berfê, ew TIR ên ku di rê de diçûn yên li bajarê Qersê û Agiriyê di berfê de asê man. Tîmên vekirina rê ji bo ji berfê rê vekin, xebatên xwe didomînin.
Li bajarê Qersê erebe li ser rêya Qersê û Çildirê ji ber berfê, li devera Topbaşiyê man û jibo vekirina rê xebat tên kirin.
Li ser rêya ku navça Bazîd a Agiriyê bi navça Çildêranê ve girêdide, li bilindahiya Çiyayê Tendûrekê ku ji deryayê 2.644 metre bilinde, barîna berfê, ba û bamişt dewam dike. Ji ber TIRekî şemitî rêya ku diçe bajarê Wanê hat girtin.
TIR ên ku ketine nava rê û rê girtine, ji terefê tîmên rêvebiriya taybet de, ji ser rê tên averê kirin an wan dibin ciyekî dinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin