Di navbera Îsraîlê û Hamasê de peymana guherîna dîlan
PeyamaKurd – Rêvebiriya Îsraîlê navên dîlên Îsraîlî yên ku wê sibê Hamas wan teslîmî Îsraîlê bike, teslîm sitend. Di çarçova peymanê de, wê Îsraîl bi beranberê 3 dîlên Îsraîlî wê 110 dîlên Fîlîstîniyan serbest berde.
Baregeha serokwezîrtiya Îsraîlê di daxwuyaniya xwe de got ku navbeynkarên navbera Îsraîl –Hamasê, Qatar û Misir lîsta navên esîrên Îsraîlî yên ku Hamasê dê wan siba berde, teslîmê Îsraîlê kirine.
Li gor ragihandina TV ya Îsraîlê KANê; wê Hamas sibê Arbel Yehud, Agam Berger û Gadi Moses di guherîna dîlan de serbest berde. Hem 5 kesên Taylandî yên li Xezayê di destê Hamasê de dîl tên girtin, dê wan jî serbest berde.
3 dîlên Îsraîlî dike 110 dîlên Fîlîstînî. Di nav 110 dîlên Fîlîstînî de 30 ji wanz arokin. 32 kes ji wan cezayê muebedê sitendine û 48 kesên din cezayê zêde dirêj sitendine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin