Li Nîvgirava Koreyê ragesî zêde dibe: Mosekên Kruzê hatin avêtin!
PeyamaKurd – Serfermandariya Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur moşekên Kruzê ber bi Deryaya Zer ve avêtine.
Di daxuyaniya Sererkaniyê ya Koreya Başûr da hat ragihandin ku Koreya Bakur li gor saeta herêmî saet 07:00an da ber bi Deryaya Zer va moşekên krûzê avêtine.
Di daxuyaniyê de derbarê hejmara moşekên krûzê, menzîla wan, rêgeha wan û bilindahiya ku gihîştine de agahiyên berfireh nehatine parvekirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ku hêza nobedê ya Koreya Başûr hat zêdekirin û hat gotin, "Artêşa me ji bo şopandina provokasyonên Koreya Bakur bi DYAyê ra di nava hevkariyeke nêz de ye."
Ajansa nûçeyan ya Yonhap ku navenda wê li Seulê ye, ragihand ku ev sêyem ceribandina moşekên Kruzê yên Koreya Bakur bû di hefteya dawî de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin