Taywan: Gelek balafir û kestiyên ser hatin dîtin!
PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku îro heta danê nîvrojê, bi dehan balafir û keştiyên şer ên Çînê li derdora gravê hatine dîtin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku 24 balafir û 4 keştî, bi rêyên kifş û şopandinê hatine dîtin û hat diyarkirin ku keştiyên deryayî û pergalên moşekî yên bejahî hatine çalakkirin.
Wezaretê di 9ê Hezîranê de jî ragihandibû ku li derdora giravê 37 balafirên leşkerî û 5 keştiyên şer ên Çînê hatine dîtin.
Li gorî hat destnîşankirin, sefer û dewriyeyên keştiyan, bi hefteya ku Seroka Enstîtuya Amerîkî Laura Rosenberger ku balyoza defakto ya Amerîkayê ya Taywanê ye, serdana gravê kiribû re hevdem bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin