Taywan: Bi dehan balafir û kestiyên Çînê, li derdora gravê hatin dîtin

09 June 2023 15:00 0 dîtin
Taywan: Bi dehan balafir û kestiyên Çînê, li derdora gravê hatin dîtin

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku duh ji saetên danê sibehê heta vê sibehê, bi dehan balafir û keştiyên şer ên Çînê hatine dîtin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku li herêma ku Taywanê "Herêma Nasnameyên Parastina Asîmanî" (ADIZ) îlan kiribû 37 balafir û 5 keştiyên şer hatine dîtin.

Li gorî ku duh hat dayîn de wezaretê diyar kiribû ku balafirên navborî wesayitên mesafeya dûr in.

Di daxuyaniya Taywanê de hat destnîşankirin ku artêşê bi amûrên kifş û şopandinê û pergalên moşekan ên bejahiyê balafir şopandiye.

Di qada nasnameyê de balafirên sivîl ên ku neyeta wan a binpêkirina qada asîmanî ya diyarkirî tuneye, lê balafirên leşkerî yên ku dikevin herêmê, wekî xetereyek potansiyel tê nirxandin û hişyarî tê kirin.