Di navbera herdu welatan de alozî derket!

31 October 2023 14:30 0 dîtin
Di navbera herdu welatan de alozî derket!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku di pêvajoya êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê dewam dikin de Çînê gaveke balkêş havêt û di malperên xwe de navê Îsraîlê ji ser platformên xwe rakir.

Li gorî nûçeya Sputnikê, hemû welat bi nav û alên xwe di sepanên nexşeya Çînê de cih girtin. Lê dema ku mijar Îsraîl û Filistînê bû, hat dîtin ku tu nav û al nehatin dîtin.

Dema ku navên bajarên li herêmê xuya bûn, hat fêmkirin ku nav û ala Îsraîlê ji holê rakirine.

Hat diyarkirin ku dema ku bi rêya telefona destan xwe bigihînin nexşeyê jî rewşek bi vî rengî hat dîtin lê bele li ser mijarê ji aliyê kompaniyan ve daxuyaniyek nehat dayîn.

Tê zanîn ku Pekîn ji bo çareseriya pirsgirêka Filistînê çareseriya du dewletan qebûl dike û daxwaza naskirina dewleta Filistînê dike. Çînê li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê jî banga agirbestê kiribû.