Di navbera herdu welatan de qeyran derket!

09 May 2023 14:30 0 dîtin
Di navbera herdu welatan de qeyran derket!

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Kanadayê ve hat ragihand ku dîplomatekî li Konsulosxaneya Giştî ya Çînê ya Torontoyê, ji ber hewildana gefxwarina li qanûndanerekî, wekî kesê ku nayê xwestin, hatiye destnîşankirin.

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Melanie Joly, di daxuyaniyekê de got ku tu destwerdan li kar û barên navxweyî yên welêt nayê qebûlkirin û dîplomatên ku li Kanadayê bi cih bûne hatine hişyarkirin ku heger serî li reftarên wiha bidin, ew ê paşve bên şandin.

Wezîr Joly bal kişand ku dîplomatekî Çînê yê li Torontoyê Cao Vey, wekî "persona non grata" (kesê nayê xwestin) hat îlankirin û wiha got: "Ev biryar, li gorî hemû faktorên têkildar hat girtin. Em ê biryardariya xwe ya parastina demokrasiya xwe bidomînin."

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Wezareta Karên Derve ya Çînê, ew ê jî di berdêla vê hewildanê de roja sêşemê dîplomatek Kanadayî ya ji Konsulxaneya Şanghayê, dersînorbikin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji dîplomata Kanadayî Jennifer Lynn Lalonde hatiye xwestin ku heta 13ê Gulanê ji Çînê derkeve.