Qeyrana balona sîxur, ragesiya navbera herdu welatan zêde kir

15 February 2023 16:30 0 dîtin
Qeyrana balona sîxur, ragesiya navbera herdu welatan zêde kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Wezareta Bazirgahiyê ya Çînê, rayedarên Çînê  bertek nîşanî wê yekê da ku Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê di 11ê Sibatê de 6 kompaniyên  Çînî xist lîsteya kontrolkirina hinardeyê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Bazirganiyê ya Çînê da hat diyarikin ku 6 kompaniyên Çînê bi hinceta "piştgiriyê didin bernameyên asîmanî yên wekî balonên sîxur, red kirine ku bikevin lîsteya reş.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Amerîka ji bo zextê li ser kompaniyên welatên din bike û têkiliyên asayî yên aborî û bazirganiyê têk bide, demek dirêj bergirên kontrolkirina hinardekirinê xirab bikar tîne. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Ev helwest, maf û berjewendiyên rewa yên kompaniya ku tê de hene, zirarê dide ewlehî û aramiya zincîreyên dabînkirina cîhanê. Em bang li Amerîkayê dikin ku dawî li zextên xwe yên bêbingeh li ser kompaniyên Çînî bîne. Çîn dê ji bo parastina mafên rewa bergirên pêwîst bigire.”