Miçotakis: Ragesiya navbera me û wî welatî, kêm bûye!
PeyamaKurd- Serokwezîrê Yunanîstanê Kriyakos Miçotakis, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku erdhejên li Mereşê û hawirdora hevgirtinê ya piştî qezaya trênê ya li Yunanîstanê, bûye sedema kêmbûna rageşiya navbera wan û Tirkiyeyê.
Kriyakos Miçotakis, li Atînayê bi rêberê nû yê Qibrisa Başûr Nikos Christodoulides re hevdîtinek pêk hanî û di derbarê têkiliyên navbera Enqere û Atînayê de ev daxuyanî da:
"Piştî provokasyonên demdirêj û tevgerên êrîşkar, em niha rastî kêmbûna rageşiyê û nêzîkatiyên erênî tên. Erdhehên kujer di asta mirovî de herdu gelan nêzî hev kirin."
Ji aliyê din ve Miçotakis geşbîniya xwe jî hanî rojevê ku serokê nû yê Romên Qibrisê Nikos Christodoulides, ji ber ku dîplomatekî xwedî ezmûn e, dê di hewilên xwe yên ji nû ve destpêkirina diyaloga ji bo çareseriya pirsgirêka Qibrisê de serkeftî be.
Miçotakis diyar kir ku ew hêvî dikin Ewropa di çareseriya pirsgirêka Qibrisê de bi bandortir be.
Her wiha hat diyarkirin ku herdu welat dê îsal ji bo hilbijartinan biçin ser sindoqan. Hilbijartinên ku dê di 14ê Gulanê de li Tirkiyeyê bên kirin, tê payîn ku beriya tîrmehê li Yunanistanê jî bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin