Yunanîstan, di navbera xwe û wî welatî de sînorê demkî datîne

11 June 2023 20:01 0 dîtin
Yunanîstan, di navbera xwe û wî welatî de sînorê demkî datîne

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Yunanîstanê de hatin ragihandin, Yunanîstan dê ji ber pêşîlêgirtina koçberên derqanûnî, di navbera xwe û Tirkiyeyê de sînorê demkî deyne.

Di agahiyên hatin dayîn de hat destnîşankirin ku Yunanîstanê biryar da ku li gundê Yenîbosna yê li nêzî sînorê Tirkiyeyê, ji bo rê li ber derbasbûna koçberên derqanûnî bigire, bendeke metalî ya demkî saz bike.

Hat destnîşankirin ku Sererkanê Fermandariyê Konstantinos Floros, ji ber îdiayên ku di rojên dawî de hejmara koçberên neqanûnî yên ku dikevin welêt zêde bûye, ferman daye ku li ser sînorê Tirkiyeyê dorpêçeke demkî bê danîn.

Hat diyarkirin ku têla demkî dê 100 metir be û hat îdiakirin ku Tirkiye "destûrê dide" koçberên qaçax bi rêyên derqanûnî derbas bibin.