Pasaporta demkî ji bo koçberên li sînorê di navbera Belarûs û Lîtvanya de mane tê çêkirin

24 August 2021 13:59 0 dîtin
Pasaporta demkî ji bo koçberên li sînorê di navbera Belarûs û Lîtvanya de mane tê çêkirin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, pasaporta demkî ji bo koçberên li sînorê di navbera Belarûs û Lîtvanya de asê mane çêdikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf di daxuyaniyê de da zanîn:  ‘‘Do 23.08.2021ê şandeyeke dîplomatîk a Balyozê Iraqê serdana kampa Pabrade ya li ser sînorê Lîtvanya kiriye.

Şandeya civîna xwe ya dawiyê de, bi îdareya kampê re, pasaporta demkî ya Iraqê ji bo wan hemwelatiyan çêkiriye, ku bi dilê xwe vegerin Iraqê.

Li gor zanyariyên berdest, 275 koçberên Iraqê û Herêma Kurdistanê ku 14 malbat jî di nav wan de ne, li ser sînorê navbera Belarus û Lîtvanyayê asê mane û hêzên leşkerî yên Lîtvanyayê rê nadin wan ku derbasî axa wan bibin û ji wê derê ve derbasî Ewropa bibin.

Berî niha Yekitiya Ewropayê rexne li desthilatdarên Iraqê kiribûn, ku di bin navên geştên komî de, penaberên wî welatî diçin Belarûs û ji wê derê ve jî bi qaçaxî berê xwe didin Lîtvanya.