Qeyrana Korîdora Philadelphia ya navbera Misir û Îsraîlê didome

25 August 2024 17:03 0 dîtin
Qeyrana Korîdora Philadelphia ya navbera Misir û Îsraîlê didome

PeyamaKurd – Qeyrana Korîdora Philadelphia ya di navbera Misir û Îsraîlê de didome. Lê ji aliyê din ve lêgerînên çareseriyê jî hene.

Pisporên siyasî û leşkerî nirxandinên wek “Dibe ku Qahîre vekişîna gav bi gav ya Tel Avivê qebûl bike da ku li Xezzeyê agirbestek bê ragihandin.” dikin.

Li Xezzeyê, ji ber Misir, hebûna leşkerên Îsraîlê ya li ser Korîdora Philadelphia (Seladîn) red dike û Îsraîl jî bi egera ku li ser wê xetê, bi awayekî nepen ji Hemasê re çek û cebilxane têne arastekirin, nêzîkî vekişîna leşkerên xwe nabe, qeyrana di navbera Misir û Îsraîlê de didome û ev domîna qeyranê, ji bo agirbesta li Xezzeyê jî bûye astenga herî mezin.

Li aliyê din, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi pêşniyara 'lihevkirinê' beşdarî hewldarên çareseriya ve qeyranê bû.

Pispor, ji aliyê herdu welatan ve, vê qeyranê wek 'nîşaneya serketinê' dinirxinin û diyar dikin ku Qahîre razî ye ku Îsraîl gav bi gav ji korîdorê vekişe da ku ji bo Xezzeyê bigihîjin rêkeftineke agirbestê, lê belê bi şertê ku ev yek di encamê de bibe sedema vekişîna temamî.

Bi Peymana Camp Davis hatibû diyarkirin

Korîdora Philadelphia ku xeteke sînorî ya di navbera Misir û Îsraîlê de ye û bi dirêjahiya 14 kîlometreyan ber bi Xezzeyê divezele, carinan 100 metre fireh e û sînorê Misrê yê ku di navbera 1967 û 2005an de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve di dema dagirkirina Xezzeyê de ji aliyê Îsraîlê ve hatiye diyarkirin, li gorî Peymana Camp David ku di 1979an de di navbera Qahîre û Tel Avîvê de hate îmzekirin, herêmeke tampon e.

Qeyrana Korîdora Philadelphia, di navbera Misir û Îsraîlê de ji daxuyaniyên serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya di dawiya sala borî ve didome. Îsraîl bi ser kontrolkirina vê xetê ve dixwaze xeta sînor kontrol bike, lê belê Qahîre vê yekê ji bo xwe wek gef dinirxîne.

Serokê Dezgeha Enformasyonê ya Misrê Ziya Raşvan di derbarê qeyranê de destnîşan kir ku Qahîre, mayîna leşkerên Îsraîlê ya li Korîdora Philadelphia, ji bo ewlehiya xwe xetere dibûne û got ku mayîna leşkerên Îsraîlê ya li ser xetê ji bo Misirê ‘xeta sor e’

Raşvan anî ziman ku nêzîkahiya Îsraîlê ya korîdorê, li ser pêwendiyên navbera her du welatan gefeke mezin peyda dike.