Di navbera Vatîkan û Çînê de qeyrana dîplomasiyê derket
PeyamaKurd- Vatîkan ji bo binpêkirina peymana tayînkirina keşîşan, ji Çînê raveyek ku rewşê eşkere bike, xwest. Di peymanê de hevkariya di navbera herdu welatan de ji bo diyarkirina keşîşên katolîk ên li Çînê tê pêşbînîkirin.
Li ser qeyrana ku derket pêş, ji aliyê Vatîkana navenda îdarî ya Dêra Katolîk ve daxuyaniyek hat dayîn û Keşîş Yujiang Giovanni Peng Weizhao, di 24ê Mijdarê de bi merasîmeke ku li bajarê Jiangxiyê yê Nanchangê ku Vatîkanê nas nake, wekî ‘keşîşê alîkar’ hatibû tayînkirin û ev yek wekî biryareke sosret hat pênasekirin û hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de tekezî hat kirin ku ev tayînkirin ne li gorî ruhê diyaloga navbera Vatîkan û Çînê û şertên peymana demkî ya tayînkirina keşîşan e ku di 22ê Îlona 2018an de hatibû destnîşankirin û di cotmehê de cara duyemîn hat dirêjkirin.
Di daxuyaniya Vatîkanê de hat îdiakirin ku Keşîş Peng, beriya vê tayînkirinê rastî zextên rayedarên herêmî hatiye.
Her wiha rayedarên Vatîkanê ji rayedaran re li ser mijarê hêviya ragihandina guncaw kir û gotin ku "Em hêvîdar in ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin û ji bo hemû mijarên berjewendiya hevpar, amadebûna xwe ya ji bo diyaloga bi rêzdarî dubare bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin