Azerbeycan û Çînê di navbera xwe de hevkariya stratejîk danîn
PeyamaKurd – Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev bi serokê Çînê Şi Cinping re hevdîtin kir û Belavoka hevpar ya ‘Avakirina Hevkariya Stratejîk’ qebûl kir. Li gor belavokê; Azerbaycan û Çîn dê ji bo hev rêz bigrin, li ser bingeha baweriyê, destek, berjewendî û hevkariyê dê ortaxiya stratejîk ava bikin.
Li gor ragihandina serokkomariya Azerbeycanê; Aliyev di çarçova zîrwa serokên dewletên rêxistina hevkariyê ya Şanghayê, li Kazakistanê li payîtext Astanayê ye û bi serokê Çînê Şi Cinping re civiyaye.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Azerbeycan û Çîn bê bandora welatên sêyem li ser wan hebe, têkiliyên duqolî danîne. Di peymanê de li dijî terorê, cudakariyê û tundrewiyê ku zerarê didin civaka navdewletî, ji bo berlêgirtina tehdîdan, têkoşîna bi wan re û her dû dewletê dê îznê nedin ku axa wan ji bo tevgerên li dijî wan bê bikaranîn.
Her dû dewlet wê destekê bidin şîrketên hev yên hevpar, hecma bazirganiyê zêde bikin û hêsankariyê bikin da mal bigihê bazarên her dû dewletan.
Hevkariya ji bo proja ‘Yek Nesîl û Tekane Rê’ dê hevkariya hev bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin