NATO û YEyê li dijî gefên Rûsya û Çînê belgeya hevkariya stratejîk îmze kirin
PeyamaKurd – NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) îro 10ê Çileyê li baregeha NATO danezana hevkariya stratejîk a li dijî gefên Rûsya û Çînê îmze kirin.
Di danezana ku li baregeha NATO ya Brukselê hatiye îmze kirin de, tê armanckirin ku hevkariya navbera NATO û YEyê bigihe asteke hîn bilindtir.
Di danezana ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel hat îmzekirin de, bi taybet behsa şerê Ukrayna û gefên Rûsyayê yên li ser Ewropayê tê kirin ku wekî binpêkirina hiquqa navdewletî tê binavkirin.
NATO û YEyê bang li Rûsyayê kirin ku demûdest şerê Ukraynayê bidawî bîne û hêzên xwe ji nav Ukraynayê vekişîne.
Herwiha di belgeya hevpar a NATO û YE de, behsa gefên Çînê jî tê kirin ku Çîn bi taybet di warê aborî û polîtîkayên xwe de, gefê çêdike û ji bo rêxistinên terorê jî zemînê çêdike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin