Foreign Policy: NATO li dijî Rûsyayê planên nû çêkiriye
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku NATO, ji bo xweparastina li dijî Rûsyayê planên leşkerî yên nû çêkiriye, lê belê ji ber ku ji aliyê leşkeran ve kêmasiyên wê hene astengiyan dikêşe.
Di nûçeya kovara Foreign Policy (FP) de di derbarê van planên NATOyê de wiha hatiye gotin:
“NATO ji bo xwe ji hêrişeke egerbar a Rûsyayê biparêze planên nû çêdike . Lê di peydakirina leşkeran de astengiyan dikêşe.”
Di nûçeya Foreign Policy de hatiye destnîşankirin ku her çend Fînlandiya û Swêd endamên hevpeymaniya NATOyê ne jî, lê belê NATO li bakurê Ewropayê nikare xwe bigihîne hêzeke leşkerî ya bihêz û hatiye bi bîrxistin ku ev pirsgirêk di piraniya dîroka hevpeymaniyê de bûye pirsgirêk.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku di 2014an de jî li Ewrûpayê tenê nêzîkî 30 hezar leşkerên Amerîkî hebûne, lê belê, Pentagon li ser wê yekê xebitiye ku hejmara leşkerên hevpeymaniyê 10 car zêdetir bike.
Dîplomatekî ji welatekî endamê NATOyê ji Foreign Policy re peyiviye û diyar kiriye ku NATO ji bo demekê hêzên xwe yên çekdar kêm kiriye, lê belê paşê jî eşkere bûye ku hêza leşkerî ya heyî têra qeyraneke mezin nake.
Di van salên dawî de, Rûsya tekez dike ku li ser sînorên wê yên rojava çalakîyeke nepen a NATOyê heye.
Hevpeymaniya ku bandora xwe ya li herêmê ber bi Rûsyayê ve berfireh dike, sedemê vê yekê wek; li dijî Rûsyayê parastina Ewropayê nîşan dide.
Putin: Rûsya plana hêrişa ti welatî nake
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin di hevpeyvÎna xwe ya li gel rojnameevanê Amerîkî Tucker Carlson de amaje bi wê yekê kir ku siyasetmedarên rojavayî gelên xwe bi gefên Rûsyayê ditirsînin û bala wan ji pirsgirêkên navxweyî dûr dixin.
Putin got: “Rûsya plana hêrişa ti welatekî NATOyê, bi taybetî Polonya nake.
Putin bi bîr xist ku welatên NATOyê di 2008an de deriyên Hevpeymaniyê ji Kîevê re vekirine, lê belê Rûsyayê tu carî beşdariya Ûkraynayê ya NATOyê qebûl nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin