Austin: Em dixwazin aloziya navbera Îsraîl û Hizbullahî bi dîplomasiyê çareser bibe

30 July 2024 19:18 0 dîtin
Austin: Em dixwazin aloziya navbera Îsraîl û Hizbullahî bi dîplomasiyê çareser bibe

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, ragihand ku şer ne neçariyek e û ew dixwazin bibînin ku aloziya navbera Îsraîl û Hizbullahê bi rêya dîplomasiyê çareser bibe.

Llyod Austin piştî lutkeya ligel Wezîrê Berevaniya Filîpînan Gilberto Teodoro, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Filîpînan Enrique Manalo ya li bajarê Qunezon ê herêma Metro Manila bi formata 2+2 hate lidarxistin axivî.

Austin, di civîna rojnamevanî de bal kişand ser bûye û aloziya navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê û got ku fikarên wan hene aloziya li sînorê bakurê bibe sedema şerekî herêmî, lê ew bawer nakin ku şer neçariyek e.

Herwiha Austin diyar kir, ligel vê yekê jî ew dixwazin bibînin ku bûyer bi rêya dîplomasiyê çareser bibin.