Di navbera herdu welatan de pevguhertina dîlan: 10 ji wan Amerîkî 21 kes hatin berdan

22 December 2023 19:16 0 dîtin
Di navbera herdu welatan de pevguhertina dîlan: 10 ji wan Amerîkî 21 kes hatin berdan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya lihevkirina ser pevguhertina dîlan de, Amerîka û Venezuelayê 21 kes berdan.

Li gorî zanyariyên medya Amerîkî di nav hatine berdan de, du hemwelatiyên Amerîkî yên bi navê Luke Alexander Denman û Airan Berry jî hene bi tohmeta hewla kotedaya dijî hikûmeta Serokê Venezuela Nicolas Maduro bi 20 sal girtîgehê hatibûn sizadan.

Hate diyarkirin ku doh 21ê Kanûnê di çarçoveya lihevkirina navbera herdu welatan de, 10 hemwelatiyên Amerîkî, karsazê Venezuelayî Alex Saab jî di nav de 21 kes hatine serbest berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, rêveberiya Amerîkayê demeke dirêj pênase li hikûmeta Maduro nekiribû û piştevaniya serokê opozîsyonê Juan Guaido bo seroktiya Venezuelayê dikir. Lê belê di çend hefteyên dawî de, di navbera aliyan de nermbûnek çêbûye ku Maduro jî soz daye, di sala 2024an de hilbijartên azad li Venezuelayê bên lidarxistin.