Di navbera herdu welatan de 11 peyman hatin çêkirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, bi beşdariya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokomarê Ozbekîstanê Şevket Mîrziyoyev, li Têhranê 11 belgeyên hevkariyê hatin çêkirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Reîsî bi Mîrziyoyev û şanda pê re ku li ser vexwendineke fermî serdana Îranê kiribû, civiya.
Hat diyarkirin ku piştî pêşwaziya fermî, li Koşka Sadabad a Tehranên civîneke dualî di navbera Reîsî û Mîrziyoyev de çêbû û piştre jî di navbera şandan de hevdîtin hatin kirin.
Her wiha hat raihandin ku piştî hevdîtinên di navbera şandan de çêbûn, rayedarên herdu welatan bi amadebûna serokan 11 belgeyên hevkariyê di warên bazirganî, veguhestin û transît, derman, teknolojî, çandinî û avakirina herêmên azad ên hevpar de destnîşan kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin