Êrîsa li ser kampa Xezzeyê: Herî kêm 70 kesan jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku li Kampa Penaberan a El-Magazî ya li navenda Şerîda Xezzeyê di êrîşên hewayî yên li ser malên ku sivîl lê dijîn de, 70 kesan can dan.
Eşref el-Qudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Xezzeyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Hêzên Îsraîlê li wargeheke ku li Kampa Penaberan a Magazî ji hev perçe bûbû jenosîd kirin."
Kudra da zanîn ku ji ber êrîşê heta niha 70 kesan can dane û diyar kir, îhtimal heye ku di heyama ku gelek kes li herêmê xwe vedişêrin hejmara miriyan zêde bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin