Êrîsa li ser dibistana ku Filistîniyên li Xezzeyê tê de bûn: Herî kêm 100 kes mirin

10 August 2024 09:59 0 dîtin
Êrîsa li ser dibistana ku Filistîniyên li Xezzeyê tê de bûn: Herî kêm 100 kes mirin

PeyamaKurd – Herî kêm 100 Filistînî mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn, di encama êrîşa li ser dibistaneke ku penaberên li Şerîda Xezzeyê tê de bûn.

Di nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê de hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê êrîş bir ser Dibistana Et-Tabiin a ku koçberên li Taxa Ed-Derac a li rojhilatê Xezzeyê tê de bûn.

Di êrîşê de herî kêm 100 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ji ber êrîşê cenaze parçe bûne û ji ber şewatê şewitîne. Hat diyarkirin ku ekîbên parastina sivîl di berhevkirina perçeyên laşê ku li derdor belav bûne de zehmetî kişandine.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan dibistana Tabîn a ku Hamasê weke baregeha xwe bi kar dianî bombebaran kir.

Baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzedîn El-Qassam di 7ê Cotmeha 2023an de bi navê "Tofana Eqsayê" êrîşeke berfireh li dijî Îsraîlê pêk anî. Li gorî agahiyan, di êrîşan de zêdetirî 1400 Îsraîlî hatin kuştin.

Eşref el-Qudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di daxuyaniya xwe ya 8ê tebaxê da diyar kiribû ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de mirin derket 39 hezar û 699an û hejmara birîndaran jî derket 91 hezar û 722an.