Belemeke penaberan li Deryaya Egeyê noqî av bû: Jineke Kurd jî can da

12 November 2021 11:05 0 dîtin
Belemeke penaberan li Deryaya Egeyê noqî av bû: Jineke Kurd jî can da

PeyamaKurd – Federasyona Seranser a Penaberên Iraq – Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, do bi şev belemeke penaberan li Deryaya Egeyê ya li sînorê Tirkiyê noqî avê bû û jineke Kurd jî di nav kesên qurbanî de ye.

Li gor daxuyaniya heman federasyonê, belemeke penaberan li Deryaya Egeyê ya li sînorê bajarê Îzmîr ê Tirkiyê noqî avê bû û li gor zanyariyên berdest jineke Kurd jî can daye.

Herwiha hat eşkerekirin, kesûkarên wê jina penaber pêwendî bi federasyonê ve kiriye ji bo vegerandina cenazeyê wê jinê ji bo Herêma Kurdistanê û federasyonê jî amadebûna xwe nîşan daye ji bo encamdana rêkarên yasayî û vegerandina cenazeyê wê jinê bo Herêma Kurdistanê.