Li Deryaya Egeyê li pê hev du erdhej çêbûn
PeyamaKurd - Piştî nîvê şevê li Deryaya Egeyê li pê hev du erdhej çêbûn.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) ragihand ku li Deryaya Egeyê bi lerza 4,3 û 3,5an erdhej çêbûn.
Kûrahiya erdheja ku di saet 02:02’an de pêk hat 6,91 kîlometre, kûrahiya erdheja saet 02:03an jî 4,83 kîlometre hat pîvandin.
Li Tirkiyeyê dema ku AFADê li ser tedbîrên li hemberî erdhejên li Deryaya Egeyê bên girtin nîqaş dikir, li Yûnanîstanê senaryoyên awarte hatin diyarkirin.
Gelek kes ji girava Santorini derketin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin