Li Deryaya Egeyê bi lerza 5an erdhejek pêk hat
PeyamaKurd – Erdheja bi lerza 5an a ku li Deryaya Egeyê pêk hat, li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.
Li Deryaya Egeyê bi lerza 5an erdhejek pêk hat. Bi kûrahiya erdheja ku li Îzmîr û parêzgehên derdorê jî hat hîskirin 7 kîlometreyî kûrahiya wê hat tomarkirin.
Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ragihand ku di derdora seat 07.46an de li Deryaya Egeyê bi lerza 5an erdhejek pêk hat.
Hate tomarkirin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Erdhej li Îzmîr û parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin