Li deryaya Egeyê bi lerza 4.8ê erd hejiya
PeyamaKurd – Erdhejên ku li deryaya Egeyê dest pê kirine, dewam dikin.
Li gorî daneyên Serokatiya Karesat û Birêvebiriya Rewşên Awarte ya Tirkiyeyê (AFAD) peravên deryaya Egeyê bi lerza 4.8ê hejiya.
Li gorî AFADê erhej di saet 14.23yê de pêk hat.
Kûrahiya erdhejê wekî 7 kîlometreyî hat ragihandin.
Li nêzî girava Santoriniyê ya deryaya Egeyê ev demek e erdhej diqewimin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin