Belema koçberan noqî avê bû: 9 term hatin derxistin
PeyamaKurd – Li Deryaya Marmara li dorûbera navçeya Ayvalik a bajarê Balikesir ê Tirkiyê, belemeke koçberan noqî avê bû.
Li gor zanyariyan heta niha 5 ji wan zarok termê 9 kesan ji deryayê hatine derxistin.
Heta niha eşkere nebûye bê koçberên di belemê de ji kîjan welatan bûn.
Hêzên Parastina Peravên Tirkiyê li ser malpera xwe ragihand ku dema bûyer qewimî ye bi 4 belem û 2 helîkopteran çûne hawarçûnê û jinek, zarokek û 5 kes jî hatine rizgarkirin.
Li gor daxuyaniyê termê 2 jin, 5 zarok û 2 mêran jî ji deryayê hatine derxistin. Hat zanîn ku 17 kes di wê belemê de bûne û lêgerîna bo 5 kesên din jî berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin