Cenazeyên sê Kurdên li Parîsê hatibûn qetilkirin bo Kurdistanê têne veguhestin

03 January 2023 19:12 0 dîtin
Cenazeyên sê Kurdên li Parîsê hatibûn qetilkirin bo Kurdistanê têne veguhestin

PeyamaKurd – Cenazeyên her sê Kurdên 23yê Kanûna 2022yan, di êrîşa ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de, li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, piştî bidawîbûna karûbarên otopsîyê ji Tiba Edlî ya Parîsê hatin wergirtin.

Hat ragihandin ku cenaze piştî merasîmên xatirxwestinê yên li Parîsê wê îro 3yê Çileyê ji bo Bakur û Başûrê Kurdistanê bêne şendin û li wir bi xakê bên spartin.

Hat zanîn ku cenazeyê Emîne Kara (Evîn Goyî) wê bo Başûrê Kurdistanê bê şandin û li Mexmûrê bi xakê bê spartin.

Cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê lê jidayik bûye tê veşartin û cenazeyê Abdurehman Kizil li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê bi xakê tê spartin.

23ê Kanûna 2022an hemwelatiyekî Fransî yê 69 salî bi navê Wiliam M. bi çekê êrîş biribû ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li herêma 10an a Parîsê ye û di wê êrîşê de 3 Kurd hatibûn qetilkirin, 3 kes jî birîndar bûbûn.

Piştî vê êrîşê ji aliyê Kurdên Ewropayê ve bertekên tund bi xwepêşandanan hatin nîşandan ku berpirsê Fransayê jî li dijî wê êrîşê piştevaniya Kurdan kirin û soza lêkolînên derbarê êrîşê de dan.