Cenazeyên 3 rehîneyên ku ji aliyê Hamasê ve hatibûn revandin li Xezzeyê hatin dîtin
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan cenazeyên 22 salî yê Alman-Îsraîlî Şanî Louk, Amît Buskila yê 28 salî û Îtzhak Gelerenter ê 56 salî ku di 7ê Cotmehê de ji aliyê Hamasê ve hatibûn revandin, dîtine.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku meytê 3 dîlên Îsraîlî yên ku di êrîşa 7ê Cotmehê de ji aliyê Hamasê ve hatibûn revandin, hatin dîtin.
Di daxuyaniya xwe ya şeva borî de, artêşê ragihand ku termên ku ji aliyê leşkeran ve hatine dîtin Shani Louk ê Alman-Îsraîlî yê 22 salî, Amît Buskila yê 28 salî û Itzhak Gelerenter ê 56 salî ne.
Berdevkê Leşkerî Daniel Hagari got ku di 7ê Cotmehê de, Hamasê sê kes kuştin dema ku dixwestin ji festîvala muzîkê ya Nova birevin.
Artêşê ragihand ku şeva borî termên kuştî li Xezzeyê hatine dîtin, lê derbarê ku tam li ku hatine dîtin de agahî nedan.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku ew ê şer berdewam bikin heta ku zêdetirî 200 rehîneyên ku wê rojê hatibûn revandin bên vegerandin.
Hamasê di êrîşa xwe ya 7ê Cotmehê ya li dijî Îsraîlê de nêzî 1200 kes kuştin û 250 kes jî dîl girtin. Nêzîkî nîvê rehîneyan serbest hatin berdan, piranî bi rêya pevguhertina girtiyan, lê Îsraîl dibêje 100 rehîne hîn li Xezzeyê dîl in û 30 termên din jî hatine dîtin.
Li gorî rayedarên tenduristiyê yên li Xezzeyê, ji 7ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê de zêdetirî 35 hezar kes mirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin