Efrîn | 7 Kurdên bi fîdyeyê hatibûn berdan car din hatin revandin

23 January 2019 12:20 0 dîtin
Efrîn | 7 Kurdên bi fîdyeyê hatibûn berdan car din hatin revandin

PeyamaKurd - Bûyerên dizî, talan, kuştin û revandinê ji roja Efrîn hatiye dagirkirin ve bênavber berdewam dikin.

Hat ragihandin ku komeke çekdar a bi navê Ehrar el Şerqiye li gundê Mosako yê Efrînê 7 welatiyên Efrînê revandin.

Navenda Medyayî ya Efrînê ragihand, koma çekdar Ehrar El Şerqiye ku bi piştgiriya Tirkiyê ketiye Efrînê, avêtiye ser  gundê Mosako yê ser bi navçeya Racoyê û 7 welatiyên Kurd revandine.

Hat zanîn navê kesên ji roja 20ê Çile ve hatine revandin, Elî Kemal Mustefa, Mihemed Xalid Mustefa, Omer Hisên Elîko, Seîd Mûsa, Enwer Muslim û Nidal Mihemed Mistefa ye.

Jêderên herêmê didin zanîn ku ew kesên hatine girtin berî hefteyekê jî bi beramberê 150 hezar lîreyên sûrî hatibûn berdan.

Êrîşa artêşa Tirkiyê ya tevî komên çekdar a bi ser Efrînê de, 20 Çileya 2018an dest pê kiribû û di Adara 2018an de Efrîn hatibû dagirkirin.