Efrîn | Polîsên leskerî 4 kes revandin: 2 kes bi fîdyeyê hatin berdan

09 January 2022 11:17 0 dîtin
Efrîn | Polîsên leskerî 4 kes revandin: 2 kes bi fîdyeyê hatin berdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku polîsên leşkerî yên bi ser Tirkiyê ve, li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê 4 welatiyên Kurd revandin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, polîsên leşkerî 4 hemwelatiyên Kurd ji gundê Celeme yê ser bi bajarokê Cindirêsê ve li Efrînê revandin ku du ji wan piştî dana fidye hatin berdan, yek jî ji bo navenda sereke ya ewlekariyê ya navenda Efrînê hatiye veguhastin.

Hat zanîn kesên girtî Cihad Berekat ê 35 salî, Xebat Mihemed Hebeş ê 30 salî bûn û piştî malbatên wan 6 hezar lîreyên Tirk fidye dane, ew hatine azadkirin, lê Elî Mistefa Hebeş û Mihemed Sibhî Hemo ji bo navenda ewlekariya sereke li Efrînê  hatine veguhestin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Hêjayî gotinê ye, tenê di nav hefteyeke sala 2022an de li Efrînê zêdetirî 10 welatî ji aliyên çekdaran ve hatine revandin û 2 hezar û 534 dar zêdetir jî li 6 cihên Efrînê hatine birîn.