Efrîn | 4 kesên ku hatin revandin bi fîdyeyê hatin berdan

03 April 2023 21:05 0 dîtin
Efrîn | 4 kesên ku hatin revandin bi fîdyeyê hatin berdan

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve ji sala 2018an ve hatiye dagirkirin, bûyerên girtin û revandina xelkê ji aliyê komên çekdar ve berdewam dikin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî yên Efrînê, herî dawî 2 ji wan zarok 4 welatiyên Kurd ji aliyê “Polîsên Leşkerî” ku ji komên çekdar pêk tê ve hatin revandin û piştî dayîna fîdyeyê jî hatin berdan.

Kesên hatine revandin Şêxo Luqman Hemo (24), Mihemed Luqman Hemo (15), Şêxo Ferhad Hemo (15) û Xelîl Idirîs Cafer (20) in û ji gundê Dîkê yê navçeya Racoyê ne.

Hat zanîn ku çekdaran piştî fidye ji malbatên wan kesan standine, ew her çar kes serbest berdane.