Efrîn | Du ciwan hatin revandin, yek jî bi fîdyeyê hat berdan

26 September 2023 19:52 0 dîtin
Efrîn | Du ciwan hatin revandin, yek jî bi fîdyeyê hat berdan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdaran li Efrînê du ciwanên Kurd revandine û kesekî berê hatibû revandin jî bi hezar dolar fîdyeyê berdan.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, çekdaran li gundê Hêcika yê Cindirêsê ciwanê bi navê Hisên Dalo bi sedema ku têkiliya wî bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re heye hatiye revandin û ew birine girtîgeha Meratayê.

Dîsa bi heman hincetê li navçeya Raco ya Efrînê jî welatiyê bi navê Yelmaz Nasan hatiye revandin.

Herwiha çekdaran Cîhad Elî yê ji gundê Kotenlî yê Bilbilê ku ku berê hatibû revandin jî berdane bi hezar dolar fîdyeyê berdane.