Efrîn | Li Cindirêsê 2 ciwanên Kurd hatin revandin
PeyamaKurd – Komên çekdarên bi ser artêşa Tirkiyeyê ve, li navçeya Efrînê Cindirêsê 2 ciwanên Kurd ên 24 salî revandin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî yên herêmê, koma çekdar a bi navê Polîsê Leşkerî, li navçeya Cindirêsê du ciwanên Kurd ên temenê wan 24 salî yên bi navên; Hozan Resûl Kalo û Esed Merwan ji gundê Kefer Zeytê revandin.
Derbarê aqûbeta wan ciwanan de ti agahî nehatine wergirtin.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji sala 2018an ve di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar de ye û heta niha bi hezaran binpêkirinên mafên mirovan hatine belgekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin