Di êrîsa Îsraîlê ya Lubnanê de 3 zarokên Kurd ên ji Efrînê hatin kustin

17 July 2024 19:06 0 dîtin
Di êrîsa Îsraîlê ya Lubnanê de 3 zarokên Kurd ên ji Efrînê hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di bomberana doh ya Îsraîlê bi ser başûrê Lubnanê de, ji 5 kesên hatine kuştin 3 ji wan zarokên Kurd ên ji Efrînê ne.

Çalakvanê Kurd Mistefa Şêxo ji K24ê re daye xuyakirin, “Droneke Îsraîlê doh danê êvarê zeviyek li nêzîkî gundê Um El-Tût ê li başûrê Lubnanê bombebaran kir û di encamê de 3 zarokên Kurd yên bi navên Jan Şahîn Çerkes, Mihemed Şahîn Çerkes û Xelîl Mihemed Xelîl hatin kuştin.”

Hate diyarkirin ku malbatên wan zarokan ji herêma Efrînê ne û dema di nava zeviyê de kar dikirin, li nêzîk çadirên xwe bûn û parçeyên mûşekan li wan ketine.

Hate zanîn ku her sê zarok ji bo nexweşxaneya Îtalî ya li bajarê Sor ê li başûrê Lubnanê hatine veguhestin û îro 17ê Tîrmehê jî li gundê Qasimiyê yê li Lubnanê bi xakê hatine spartin.