Li Efrînê ciwanek hat serjêkirin û 5 sivîl jî hatin revandin
PeyamaKurd – Kiryarên nemirovî yên komên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ya dagirkirî berdewam dikin.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, ciwanekî ji ji navçeya Raco ya Efrînê ji aliyê çekdarên Cephet El Nûsra ve hatiye serjêkirin û herwiha li navçeya Şiyê jî 5 sivîl ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çekdarên Cebhet El Nusra ciwanê bi navê Betal Elî Hesen yê ji gundê Me’imilo ya navçeya Raco serjê kir.
Rêxistinê da zanîn ku dewleta Tirk beriya 7 mehan Hesen li Tirkiyê girtibû û ew radestî rêxistina El Nûsra kiriye.
Li gorî malpera Efrînpost jî çekdaran berî çend rojan 5 şêniyên bi navên Mihemed Betal(60) û Ednan Mehmûd Betal (35) yên ji gundê Çeqela Jor ê Navçeya Şiyê revandin ku ji berdana her yek ji wan 3 hezar dolar dixwazin.
Li aliyê din Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku li gundê Qitmê yê navçeya Şera jinek nenas di nav zeviyên zeytûnê de kuştî hatiye dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin