Li Efrînê 3 ji wan keç 6 sivîlên din hatin revandin

30 August 2021 20:19 0 dîtin
Li Efrînê 3 ji wan keç 6 sivîlên din hatin revandin

PeyamaKurd - Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî artêşa Tirkiyê ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dagir kirine, 6 kesên sivîl revandin ku 3 ji wan keçik in.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa leşkerî roja 22 Tebaxê keça bi navê Hêvîn Ebdîn Xerîbo û roja 23 Tebaxê keça bi nave Lîna Zekeriya Îbiş ji gundê Behdîna yê ser bi navçeya Raco ve revandin.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, revandina wan her du keçan, bi armanca standina fidyê ji malbatên wan e.

Rêxistinê eşkere kir, koma bi navê Polîsê Leşkerî roja 20ê vê mehê 3 bira û xwişkek (Rûken, Mistefa, Heysem û Ciwan Şêxo) ji gundê Celemê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve revandin û îşkence kirin û ji ber îşkenceya hovane jî yek ji wan ji bo nexweşxaneya Leşkerî hat veguhastin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn, piştî çend rojan ew her çar xwişk û bira ji bo Îstixbarata Tirkiyê hatin radestkirin û Îstixbarata Tirkiyê keçik berda, heta niha çarenivîsa her sê birayên din nayê zanîn.