Li Efrînê 2 ji wan jin 5 sivîlên din hatin revandin

27 October 2021 17:19 0 dîtin
Li Efrînê 2 ji wan jin 5 sivîlên din hatin revandin

PeyamaKurd - Çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve ku  herêma Efrînê dagîr kirine, 5 sivîlên din revandin ku di nava wan de 2 jin hene.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiriye, koma bi navê Polîsa Leşkerî roja 25ê Cotmehê 5 kesên sivîl ji yek malbatê ji bajarokê Şera yê Efrînê revandin.

Rêxistinê eşkere kiriye; navên kesên hatine revandin Henan, Nûjîn, Nisrîn, Ehmed û Mihemed Emîn Mûsilî ne.