Navenda Belgekirina Binpêkirinan: Li Efrînê 30 sivîlên din hatin revandin

10 February 2020 01:13 0 dîtin
Navenda Belgekirina Binpêkirinan: Li Efrînê 30 sivîlên din hatin revandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 30 sivîlên din ji bajarê Efrînê yê hatiye dagirkirin, hatin revandin û çarenûsa wan ne diyar e.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye ku di encama serdegirtina komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de, li navenda bajarê Efrînê, navçeyên Bilbilê, Mabeta, Cindirêsê û Raco 30 sivîl hatin revandin.

Li gorî navendê hin kesên hatine girtin û revandin wiha ne:

Komên çekdarên Ehrar El-Şerqiyê, 3 kes li navçeya Bilbilê girtin.

Li Raco polîsên sivîl ên komên çekdar 2 kesên temenê wan bêhtirî 30 salî revandin.

Ji aliyê koma Sultan Murad ve li navçeya Mabeta 14 kes û 3 kes jî li gundê Qestel Miqdad hatin revandin.

Herwiha koma bi navê El Hemzat jî sivîlek ji navçeya Cindirêsê revandiye.