Navenda Belgekirinê: Li Efrînê di destpêka 2024an de 21 welatî hatin revandin

04 January 2024 21:10 0 dîtin
Navenda Belgekirinê: Li Efrînê di destpêka 2024an de 21 welatî hatin revandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di rojên destpêkê ya sala 2024an de, 21 welatîyên sivîl li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hatine revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan eşkere kiriye ku çekdaran bi ser malên welatiyan de girtiye, deriyên malan şikandine, dizîn kirine û herwiha hejmarek welatîyên sivîl jî revadine.

Li gorî daxuyaniya navenda belgekirinê, ew niha bi malbat û xizmên revandiyan re di nav têkiliyan de ne.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan, beriya niha jî bîlançoya tawanên di 2023yan de, li Efrînê hatine kirin parve kiribû ku li gorî wan amaran; çekdaran 461 welatî revandine, 24 zarok ji wan zarokên di bin 18 saliyê de bûne, 39 jin û 191 kesên nexweş hatine revandin ku rewşa tenduristiya 143 kesan jî nebaş e.