Navenda Belgekirinê: Ji destpêka 2024an ve 32 kes li Efrînê hatine revandin

29 January 2024 14:01 0 dîtin
Navenda Belgekirinê: Ji destpêka 2024an ve 32 kes li Efrînê hatine revandin

PeyamaKurd - Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Efrîn û Sûriyê, ragihand ku ji destpêka meha Çile ve li herêma Efrînê 32 kes ji alkiyê komên çekdar ve hatine revandin.

Navenda Belgekirinê navên 32 kesên ku ji 2yê mehe Çile heta 23yê mehê eşkere kirine ku ji aliyê komên çekdarên Efrîn dagir kirine ve ew rûdan pêk hatine.

Navendê diyar kiriye ku ew bûyer ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wê dike, Koma Emşet, Koma Siltan Murad û Polîsê Leşkerî yê bi ser Tirkiyê ve, hatine encamdan.

Li gorî rapora navendê hinek ji wan kesan ji bo bac nedane, hinekên din jî bi hincetên cuda û ji bo wergirtina fîdyeyan hatine revandin ku çarenivîsa gelek ji wan kesan nediyar e.