Li Efrînê 4 sivîlên din hatin revandin

02 August 2022 17:45 0 dîtin
Li Efrînê 4 sivîlên din hatin revandin

PeyamaKurd – Li herêma dagirkirî ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên bi ser artêşa Tirkiyê ve, li navçeya Cindirêsê 4 kesên sivîl revandin.

Li gorî çavkaniyên nava Efrînê, koma çekdar a bi navê “Polîsê Leşkerî” duh 1ê Tebaxê 4 kes li bajarê Cindirêsê revandin ku di nava wan de jinek jî heye.

Hat diyarkirin ku kesên hatine revandin; Nûrî Mihemed Elî Îso, Îmad Mihmed Hemo, Mehmûd Seîd Casim Hemed û Îlham Mihemed Hesen e.

Heta niha ji dema dagirkirina Efrînê ango ji Adara 2018an ve, zêdetirî 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin ji wan kesên revandî nayê zanîn.

Komên çekdar gelek caran bi armanca standina pere, fidye û bacan xelkê direvînin û wan hemûyan bi hebûna pêwendiyên bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.