Li dorûbera Efrînê serekî dijwar rû dide: 8 sivîl hatine kustin…

17 October 2022 17:42 0 dîtin
Li dorûbera Efrînê serekî dijwar rû dide: 8 sivîl hatine kustin…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, şerê di navbera çekdarên Tehrîr el-Şam (HTŞ) û komên Feyleqa Sêyem a Artêşa Milî ya opozîsyona Sûriyê (SMO) de şerekî dijwar dest pê kiriye û 8 sivîl jî hatine kuştin.

Li gorî zanyariyan şer li navçeya Şera û herêma di navbera Efrîn û Ezazê de derketiye û çekdarên HTŞê nêzîkî deriyê sînorî Bab El-Selamê ya Ezazê bûne û riya sereke ya di navbera Ezaz û Efrînê de jî ji ber şer û pevçûnan hatiye girtin.

Jêderên ji herêmê dane zanîn, çekdarên HTŞê navenda navçeya Şera û gundên Xerabê Şera, Kefer Cenê, Xalidiyê, Sînka, Omera, Baflûn, Dêr Siwan û Qesteta Cindo ji destê Feyleqa Sêyem derxistine û xistine kontrola xwe.

Endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman ragihandiye ku di encama şer de, 8 welatiyên sivîl hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne ku gelek malbat jî neçar mane koçber bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, HTŞê piştî kontrolkirina navenda bajarê Efrînê bi hêzeke mezin berê xwe dabû bajarê Ezazê û herwiha hewl dide ku bajarê Babê yê di kontrola Tirkiyê de jî bistîne.

Heta niha Tirkiyê di derbarê pêşveçûna HTŞê û şerê di navbera komên çekdarên piştevaniya wan dike de, ti daxuyaniyeke fermî nedaye û bêdengiya xwe diparêze.

Hat zanîn ku şerê îro 17ê Cotmehê piştî ku baregehên Feyleqa Sêyem yên Efrînê radestî HTŞê nehatine kirin dest pê kiriye.