Di 12emîn salvegera krîza Sûriyê de, serekî dijwar rû dide

20 March 2023 21:41 0 dîtin
Di 12emîn salvegera krîza Sûriyê de, serekî dijwar rû dide

PeyamaKurd – Di salvegera 12an a şerê navxwe yê Sûriyê de, ku meha Adara 2011an bi serhildanan dest pê kiribû, şerekî dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çekdar de rû dide.

Li gorî zanyariyên ji herêmê, li parêzgehên Heleb û Idlibê hêzên girêdayî Şamê û komên çekdar binkeyên hevdu dane ber topan û li Derayê jî mayînek bi bendeke kontrolê ya leşkerên Sûrî de teqiya.

Hat ragihandin ku li ‘Herêmên Bêçek’ her roj di navbera hêzên Sûriyê û çekdarên bi ser Tirkiyê de, şer diqewime.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro 20ê Adarê çekdarên Fetih El-Mûbîn bi topan navendên hêzên rejîmê yên li gundewarê rojavayê Helebê topbaran kirin û hêzên Şamê bi heman awayî cihên çekdaran li gundê El-Fetîra yê li gundewarê başûrê Idlibê hedef girt.

SOHRê daye xuyakirin ku li beyara Humisê jî çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Sûriyê kirin û di navbera her du aliyan şer rû da.

Herwiha hat diyarkirin ku li benda kontrolê ya hêzên rejîmê ya di navbera bajarê Casim û bajarokê Nimir yên Derayê de jî mayînek hat teqandin.