Li Efrînê jiyan rawestiya: Serekî dijwar heye
PeyamaKurd - Li gor çavkaniyên ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê vê sibehê di navbera grûpên çekdar ên opozîsyonê ku girêdayî artêşa Tirkiyê ne de, şerekî dijwar rû da.
Hat zanîn, di navbero koma çekdar a bi navê Şerqiye û çend komên din ên li Efrînê bicih bûne de, şerekî dijwar rû daye û şer û pevçûnên ji 6ê beyaniyê ve destpê kirine hîn jî berdewam dikin.
Li gor zanyariyan grûpên Şerqiyê red dikin ji nav Efrînê derkevin, ji ber vê yekê jî grûpa Sultan Murad û çend grûpên din bi fermana Tirkiyê êrîşî navendên Şerqiyê dikin.
Hat ragihandin ji ber aloziya şerê navbera komên çekdar, li Efrînê dibistan, saziyên kar û bazara bajêr bi temamî girtiye û xelk nikarin ji malên xwe derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin