Li Efrînê du komên çekdar bi hev ketin: Jiyan rawestiya

06 February 2019 11:43 0 dîtin
Li Efrînê du komên çekdar bi hev ketin: Jiyan rawestiya

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di navbera du komên çekdarên alîgirên Tirkiyê yên opozîsyona Sûriyê de, li Efrîne şer û pevçûnan rû da ku ji ber şerê wan koman jiyana li bajêr heta çend saetan rawestiya.

Li gor çavkaniyên xwecihî, li gundewarê Efrînê şerekî giran di navbera komên Nûredîn Zengî û Ehrar El-Şerqiyê de rûda û heta rokêt û bombe hatin bikaranîn ku di wî şerî de çekdarekî Ehar El-Şerqiyê hat kuştin û 8 çekdarên din jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku şerê wan grûban li dor 4 saetan berdewam kiriye û li hemî taxên bajêr belav bûye ku şêniyên bajêr di malên xwe de asê mane.

Çavkaniyên Efrînê radigihînin ku sedema derketina şer nakokiyên li ser mal û milkên xelkên Efrînê yên koç kirine ku her yek ji wan koman dixwaze dest deyne ser wan.