Li Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê komên çekdar bi hev ketin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li herêmên Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê yên di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar de, çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike pev ketine û şer di navbera wan de rû daye.
Li gorî çavkaniyên herêmê, duh 6ê Tebaxê di navbera komên çekdar de, ji ber kuştina lîderekî koma Firqeya 9an ê bi navê Mehmûd Eşûrî Ebû Ereb bi destê çekdarên Artêşa Nuxbe ve, li bajarê Cerablusê, pevçûn çêbûye.
Hate diyarkirin ku Firqeya 9an sewqiyatên leşkerî li derbaseka bajarê Efrînê li ser rêya Efrîn-Ezazê pêk anîne, rê girtine û erebeyên bi çekên navîn barkirî bi cih kirine.
Çavkaniyan daye xuyakirin, Firqeya 9an 24 demjimêr mohlet daye Polîsên Leşkerî ku kesên berpirsê wan kuştiye bên radestkirin. Heman komê herwiha gefa êrîşkirina binkeyên Artêşa Nuxbe yên li bajarên Cerablus û Efrînê xwariye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin